Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,Kredite,
Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,
Kredite,Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,
Kredite,Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,
Girokonto,Versicherung,Kredite,Konto,Zinsen
Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,Kredite,
Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,
Kredite,Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,
Kredite,Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,
Girokonto,Versicherung,Kredite,Konto,Zinsen

powered by Javascripts

Aram Dîkran (Aram Melîkyan, 1934) hunermedekî ermenî ye ku bi kurdî distre.
Gotineke bav û kalan heye ku wiha diêje:"Tenê deng û huner dimînin û nemirin". Ji mêj de ye ku nermiya dengê tijî his û xwesê mamosta Aramê Dîkran di nava civata Kurdan de tê bihîstin. Li Kurdistanê kesê ku dengê tejî êsiq û evînê wî nebihîstibe, tine ye. Kurmanc, Soran, Zaza, Loran, Goran û hemû Kurd wî û evîna wî ya ji bo kilamên cima´eta Kurdan nas diken. Sedem jî ew e ku hakimiyeta deng û stranên wî li ser dil û mejiyê mirovan bandorek taybetî çêdikin. Yek ji dengên ku hertim para kurdî ya Radyoya Êrîvanê di nava Kurdên her çar perçên Kurdistanê de dide guhdar kirin, dengê zelalê Aramê Dîkran e. Dengê ku ji kûrahiya dil derdiket û evîn û heza bêdawî ji bo rûmeta bilind û jiyana bi san û seref diafirand.

Deng û awazên hunermendên mîna Dawudê Xelo, Sosika Simo, Kawîs Axa, Karapêtê Xaço, M. Arifê Cizîrî, Seroyê Biro, Eyse San, Hesenê Cizîrî, Aslîka Qadir, Nesrîn Sêrwan, Mecîdê Silêman, Resîdê Baso, Meryem Xan, Belga Qadir, Zadîna sakir, Aramê Dîkran û ...hwd her roj ji roja berê zêdetir guhdarên Radyoya Êrîvanê zêdetir dikirin.

Lê di vê navê de pirsa herî girîng ji bo Kurdan ev bû ku Aram Dîkranê Ermenî çawa wiha ji dil û bi sewatek tejî soz dikare stranên kurdî bixwîne?! Çawa dikare wiha li ser bedewiya dest, zozan, dol û newal, mêrxas û e´gîdên Kurdan bistire? Aram kî ye ku nekitiye bin bandora siyaseta wan xwînmijên ku hertim dihola neyartiya kurdî û Ermeniyan lêdixistin û netewa kurdî bi wê hîndê tawanbar dikirin ku di ferman û qira Ermeniyan de li rex Osmaniyên xwinxwar, cih girtine!? Û gelek pirsên din. Lê emeknasî û famkirina siyaseta çewta dagirkerên Kurdistanê ji mêj de bû ku di malbata Aramê mirovhez de hatibû famkirin. Aram Dîkran bixwe di vê derbarê de wiha dibêje: "Bavê min jî mîna gelek Ermeniyên din di çaxê tevkujiya Ermeniyan de bi riya Kurdan ji kustina bi destê Tirkan hat rizgar kirin. Ji bona wê jî hertim ji min re wiha digot: Kurê min qedir û qîmetê gelê kurdî bizanibe, Kurdan ji bîra neke. Emekê wan li ser min pir e, zehmetî û xiwêdana wan li ser min pir e. Ewan min xwedî kirine û ger hûn çar bira û du xwîsik vê gavê li ser rûyê dinê dijîn bi xêra Kurdîa ye ku hûn dijîn. Heke dijimin min bikusta, hûn jî nedihatin rûyê dinyayê. Ew axayê kurdî ku çend salan bi nihînî ez di mala xwe de xwedî kirim û pistre ez sandim Binxetê (Basûrê Kurdistanê yê biçûk), jiyana me rizgar kir û bi xêra wan vê gavê hûn li rûyê dinê dijîn. Ji bona wê jî divê hûn vê emeka wan qet ji bîra neken. Bi stranên xwe zimanê kurdî biqedirîne û van helbestên ku ez didime te bike stranên xwes. Tu bixwe jî bibe dostek bas ji Kurdan re û emeka wan ticarî ji bîra neke...".

Bi vî awayî Aram, li herderê bi birayên xwe yên kurd re jî û sîreta bavê xwe yê emeknas heya roja îro jî ji bîra nekiriye. Heya roja îro jî li ser vê riya dûr û dirêj Aramê hêja dimese. Sala 1966´an gelek Ermeniyên ku li welatê Sûriyê dijîn, vegerîn welatê bav û kalên xwe Ermenistanê. Li wir bû ku Aram bi hevkariya Xelîl Muradov ku berpirsyarên para kurdî ya radyoyê bûn, bi awayekî berfireh dest bi karê xwe yê stranbêjiyê kir. Carek din jê re hat îsbat kirin ku kurdî li her derê mêranî û mêvanperweriya xwe wenda naken. Li wir bû ku Aramê evîndarê stirîn û awazên kurdî bi hevkariya Cemîla Celîl û Keremê Seyad bêtir ket nava derya stranên kurdî û bi melevantiya di nava vê derya bê bin de bû hosta û sehrezayekî pispor. Elbete Aram rihê kurdîtiyê û hezkirina zimanê kurdî ji bav û diya xwe girtine ku hertim di nava malê de bi hevre bi zimanê kurdî diaxivîn û behsa bexteresiyên kurdî û Ermeniyan dikirin.

Rêbaz(istîl)a hunerî û naveroka stranên Aram Dîkran bêtir vê rastiyê bi me didin selmandin ku ew bi siyarî xebitiye û ji hunera resen hezkiriye. Awaz û helbestên wî ji nava dilê civata Kurdan derketine. Kiye ku strana Bilbilo nebihîse û Kurdistana bindest û bextresiyên gelê Kurdî li ber çavên wî zindî nebin?! Kîjan evîndar e ku strana "Keçê ji bona te ez dînim" bibhîse û hêsrên evîndariya bi sewat nebarîne?!

Stranên Hey lo lo delal, sev çû, çiyayê Gabarê, Zîlan, Diçim-diçim, bi hesreta Êrîvanê, çil-çil kezî, ey welato em heliyan, Elmasa min ji dersê tê, ax dê û bavê me û bi dehan stranên din bi riya Aram Dîkran ketin ser zimanê gel û ji Kurdan re bûn samanek netewî ku di nava rûpelên dîroka hunerê de nayên wenda kirin.

Bi serhev de mirov dikare bêje ku naveroka stranên hunermend Aramê Dîkran pênaseya hunermendî, kesayetî û dilpakiya wî ne. Bedewiya e´rdnigariya Kurdistanê, dewlemendiya ziman, stran û bi gistî kultura Kurdan, heza ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê, selmandina biratiya Kurdî û Ermeniyan, evîna ji bo Gerîla û servanên riya bi san û serefa azadiyê, evîna ji bo mirovantiyê, canfîdayiya egîd û lehengên Kurdistanê ku bi netirsî canê xwe fîda kirin, wefadarî û emeknasî û ... tev kevir û binaxê stranên Aram Dîkran pêktînin. Bi salaye ku ew wek dergevanekî xwîndingeha hunera Kurdistanê bi dengê xwe yê germ û nerm dewlemendiya lorîk, stran û zimanê sirînê Kurdî bi bîra herkesî tîne. Aram bûye nîsana demokrasiya di navbera gelên Rojhilata Navîn de. Wî di piratîka xwe de daye xuyakirin ku hemû gelên Rojhilata Navîn dikarin bi hevre û di nava astî û biratiyê de bijîn.

Dema ku ji sala 1915´an û pêde genosîda li dijî gelê Ermenî (cîranên Kurdan yên dîrokî) bi destûra nifsparêzên Emperatoriya Osmanî destpêkir, Kurdan gelek ji wan di nava dilê xwe de vesartin. Kurdan nedikarîn bibînin ku neviyên Moxûlan li ber çavên wan birayên wan bikujin.

Herkes nikare muzîkê bi guhdarên xwe bide hezkirin. Ger hunermend bi deng û awazên xwe di vî karî de biser nekeve, nikare muzîka xwe mîna xwarina riha mirovan, pêskêsî gel bike. Di vî karî de Aram mamostayekî jîr e û dizane çawa hest û hissên gel bilivîne. Ji bona wê jî mamosta Aramê Dîkran di derbarê huner û hunermendiyê de wiha dibêje:" Gava em dibêjin huner, du wate ji hunerê tên ber çav: Ya yekê hunerê jê dertê me´irîfet û ya du-duyan hunera sazbendî û kilambêjiyê. Di nava van çend salan de hunerê rih daye min, nehist ku ez zû êxtiyar bibim û min hertim xwe di nava gel de dît..."

Aram hunermendekî bextewere. Ji ber ku wî di nava civakê de dilxwesî pêk aniye û mirovên hunerdost bi can û dil ji wî razîne. Hunera wî bi hezek bêdawî di nava gel de hatiye pejirandin.

Kilamên Aram yên evîndariyê rewsa sosyolojî û kilamên siyasî jî rewsa siyasî ya gelê Kurdî didin nasandin. Mamostayê me Aram Dîkran bi pirensîbên xwe yên exlaqî û kesayetiya xwe ya bilind jî di nava Kurdan de xwedî rûmet û hurmetek bilinde. Aram kurê Dîkran Melîkyan di sala 1934an de li Qamîslokê di nava malbateke hejar de hat dinê. Karê xwe yê hunerî bi evînek tejî hiss û xwesî ji temenê 18 saliyê di nava dewat û sahiyên Kurdî û Ermenyan de da destpêkirin. Bavê wî di karê stran gotinê de pir ew teswîq kir ku riya hunerê bidomîne. Sala 1966´an bi malbata xwe re hatin Ermenistanê û heya sala 1985´an di Radyoya Êrîvanê de mîna xebatkarekî fêrmî xebitî. Sala 1990´an hat Ewropa û heya niha wek penaber li Ewropa jiyana xwe didomîne.


Aram Dikran

Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,Kredite,
Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,
Kredite,Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,
Kredite,Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,
Girokonto,Versicherung,Kredite,Konto,Zinsen
Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,Kredite,
Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,
Kredite,Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,
Kredite,Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,
Girokonto,Versicherung,Kredite,Konto,Zinsen