Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,Kredite,
Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,
Kredite,Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,
Kredite,Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,
Girokonto,Versicherung,Kredite,Konto,Zinsen
Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,Kredite,
Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,
Kredite,Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,
Kredite,Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,
Girokonto,Versicherung,Kredite,Konto,Zinsen

powered by Javascripts

Eyse San (1938 Amed-18.12.1996 Izmîr)
Di dîroka serhildana çand û hunera Kurdistanê de, yek ji wan hunermendên ku li diji siyaseta çewt û asimilasyona res û bi hêza Kemalistan li bakurê Kurdistanê mina sêre jinekê li berxweda Eyse San bû. Eyse Sanê bi wi dengê xwe yê silik û nazik, bi wan kilamên xwe yên resen, gotina bav û kalên me anko (sêr sêre çi jin çi mêr e) di çax û serdemekê de da ispatkirin ku komara stemkara Tirkiyê xewna ji holê rakirina gelê Kurd û hemû taybetmendiyen kulturi û çandiyên Kurdan deqideyekê ji serê xwe dernedixistin.
Jiyan
Eyse San ku di nava civata Kurdan da bi navên mina Eysana Kurd, Eyse San, Eyse Xan, Eysana Osman, Eysana Eli û Aysa San tê nasîn di Mijdara sala 1938'an li bajarê Diyarbekirê hat dinê. Ji aliyê bav û dê de xwedi malbatek mezin û navdare. Navê dîya wê Heciye Xanim û ji êla Hacî Mistefa Begên Erzromê ye, navê bavê wê jî Osman e û ji esîreta mezina Cibrîyan e. Bavê Eyse Sanê Osman bi xwe ji dengbêjeki navdar û herwiha miroveki gelek dindar û xwedêtirs bû.
Eyse San di nava Kurdan de hunera dengbêjiyê mîna kaniya avê bêdawî ye, hertim dizê û çiknabe. Dengbêjên Kurd di vê navê de teisîrek mezin li ser hesta hunerîya Eyse Sanê lîstin e, çimki herdem dîwanxana mala bavê wê ji dengbêjên herêmên cûr bi cûrên Kurdistanê tejî bû. Li mala wan dengbêjên dengxwes didan ber hev û tev heya roja din berê sibê bi hev re distrîn. Di vê navê de dengbêjê ku ji herkesî dengxwestir û hostatir derbiketa di dawîyê de ji aliyê xwedîyê diwanê xelatek bas distand û herkesi ew piroz dikir. Ev e´detê qenc bi hezaran sale ku hê ji di nava Kurdan de didome û bi taybet ji giregirên Kurdan, Axa û Begên xwedi gund herdem deriyê kûsk û dîwanxaneyên xwe ji dengbêjên Kurd re vekiri histine û malên wan bûne xwindingehek ji bo bi hêzkirina edebyata sifahî(devki)ya Kiurdan. Dema mirov jiyana dengbêjê mezin Evdalê Zeynikê dixwine bastir bi vê rastiyê dihese. Ji berku Evdal bi pistgiriya maddi û me’inewiya Sûrmeli Mihemed Pasa bêtir di karê xwe de bi serdikeve. Osmanê bavê Eyse Sanê ji ev karê bav û kalên xwe li gor hêza xwe didomanidin. Dayika Eyse Sanê Heciye Xanimê ji carna bi lorikên ku ji wê re dixwindin, riha wê ya teji hest û hissên hunera Kurdewari dixiste bizav û hereketê.
Dema ku dengbêjên Kurd di mala bavê Eyse Sanê de li dora hev diciviyan Eyse Sanê jî ji wan çaxên bi qîmet mifa werdigirt û bi heval û destexuskên xwe re li pista derîyê dîwanxanê heya berê sibê rûdinist û bi evînek kûr li dengê stranbêj û dengbêjên mêvan guhdarî dikir. Eyse San carna bi bîhîstina dengê wan mest û mendehos dibû û haya wê ji dinyayê nedima. Ew dibû Zîn û li Cizira Botan bi Memê Alan re dipeyvî, carna ji ew dibû Xecê û li serê çiyayên Sîpan û Xelatê bi Siyamend Silîvî re di gest û gulzaran de digeriya. Dane berheva dengbêjê mezinê Kurdistanê Evdalê Zeynikê û Gulêya Ermenî weke careke din jêre zindî dibûn. Bi deng û naveroka stranên dengbêjên Kurd serbihuriya Derwêsê Evdî û Edûlê, mîna rêze filmekê li ber çavên wê zindî û derbas dibû. Di vê derbarê de Eyse San dibêje:‘’ Xweziya der û diwarên mala bavê min bi ziman bûna ku ji were behsa wan roj û sevan bikirana, erê ez hertim bi hesret dibêjim xweziya zimanê dîwarê mala me ya li Diyarbakirê hebûya û ji me re qala wan sevbêrkên dengbêjan bikira. Min di quncikan de li dengbêjan guhdarî dikir. Min wisa guhdarî dikir ku yekî gazî min bikira, ezê veciniqiyama. Dengê bavê min yê zîz û xemgîn teisîrek mezin li min dikir. Sal diborîn lê dengê wî ji guhê min derneket ‘’
Sala 1958’an keça Kurd Eysana hunerdost û dengnazik bo yekemin car di nava civata jinan de stranên ku ji dengbêjên mina bavê xwe hîn dibe, carna distire. Herkes bi bîhîstina dengê wê bi hesret guhdar dimîne û bi vî rengî hunermenda nemir dest bi strîna kilamên cima’eta Kurdan dike.
Malbata Eyse Sanê pir dîndar bûn, herkes bi xwîndina Qûranê mijûl dibû û di nava dengxwesên xwindina Qûranê de, dîsa jî Eyse San dikeve rêza yekemin. Lê ew evîndara strana Kurdî ye û li her derê di nava kom û civatên xwebixwe de bi lorik û besteyên xwe xem û sahiyan di nava dilê mirovên derdora xwe diafirine.
Eyse San ji despêka xûyakirina hunera xwe ji aliyê bav û birayên xwe ve rastî nerazîbûnan tê, bavê wê ji bo jin û keçan stranbêjiyê bi gunehek mezin dihesbîne û li gor seri’eta islamê dengê jinê ji bo stranbêjiyê heram û guneh dizane. Dema ji bavê Eyse Sanê tê xwestin ku çend stranên xwe li kompaniyekê tomar bike, ew bi xwe jî pêsnyara pilakçiyan ya ji bo amadekirina kasêtekê napejirîne, lê Eyse San bi hemû zehmetî û kultura pasverotiyê ya li diji xebata huneriya jinan, li berxwe dide û dixwaze ew ji bi dengê xwe ji civata xwe re xizmetekê bide mesandin.
Bûyerek tal di jiyna Eyse Sanê de ew ji ezîztirîn kesên wê dûr xist. Eyse San hê 20 salî bû ku li ser daxwaza bavê xwe bi xurtekî yê bi navê Sewket Tûran re zewcî. Hercend ew xwediyê kecekê jî bûn, lê ew li hev nehatin û Eyse San pistî vê bûyera nexwes hat bajarê Entabê. Wê dev ji keca xwe ya sê mehî û hemû kesûkarên xwe berdabû û ji bona wê hindê jî xerîbiyê di rewsek wha de teisîrek gelek xirab li ser jiyana wê cêdikir. Li E´ntabê wê bi hizar zemetiyan û bi karê pinîkirin û dirûtina kincên qetyayî debara jiyana xwe dikir. Eyse Sanê bi hevkariya zilamekî yê bi navê Naîl Baysû du salan li radiyoya bajarê E´ntabê bi zimanê Tirkî stran gotin. Lê ji ber ku di dilê Eysana E´lî de evîna strana Kurdî heye, wê ji karê di radyoya E´ntabê derdixin. Pist re Eysana Kurd hat Istembolê û bo cara yekê bi zimanê Kurdî û Tirkî stranên xwe tomarkirin. Lê xwedîyên plakan mafê wê yê rastîn nedanê û bi firotina kasêtên wê bûn xwedîyê her tistî. Wê ji herçend bi dengê xwe yê xwes dikari bibe xwediyê hertisti û pir dewlemend bibe lê bêdadiya xwediyên kompaniyên kasêt tomarkirinê, mafê wê nedidanê û ew hertim feqir û bêkes bû. Bi salan keda wê hat xwarin, ji bona wê ji Eyse Sanê ji ber vê bêe´daletiyê gelek xem dikisandin. Ji aliyekê din ew bi vê heqiqetê ji hesiyabû ku sistema cumûreyta Tirkiyê hebûna Kurd û Kurdistanê inkar diken û zimanê Kurdi ji qedexeye û dema ew li gor zagonên sistema Kemalîstan pêngavan hilnegire, mafê wê ji yê mina mafê 25 milyon Kurdên bakurê Kurdistanê bê xwarin û pêpestkirin.


Ayse San
Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,Kredite,
Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,
Kredite,Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,
Kredite,Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,
Girokonto,Versicherung,Kredite,Konto,Zinsen
Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,Kredite,
Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,
Kredite,Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,
Kredite,Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,
Girokonto,Versicherung,Kredite,Konto,Zinsen