Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,Kredite,
Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,
Kredite,Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,
Kredite,Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,
Girokonto,Versicherung,Kredite,Konto,Zinsen
Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,Kredite,
Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,
Kredite,Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,
Kredite,Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,
Girokonto,Versicherung,Kredite,Konto,Zinsen

powered by Javascripts

Hesen Zîrek (1926-1972) hunermend û helbestvanekî kurdi Iran e.
Hesen Zîrek di sala 1926an de li gereka qelai serdari bajarê Bûkani Iranê ji dayik bû. Navî bavê wî Evdila ye, nasnavê wî Zîrek e. Zîrek du birayên wî hebûne. Navê birayekî wî Hemedemîn bûye ku wekî Mîne dihate bilavêkirin.. Hê Zîrek zarok e, bavê wî dimire û rêveberiya malê dikeve stûyê wî. Pistî demekê dayika wî dizewice û Zîrek jî aware û derbider dibe. Ew di 8-9 saliya xwe de dest bi karkeriyê dike. Di temenê donzdeh saliya xwe de dîsa vedigere gundê xwe Hermêle, li bal xanan dibe meyter. Pistî maweyekê îcar serê xwe hildide û bi çolê dikeve û diçe xerîbiyê. Ew qas dem nabore ku li rojhilatê Kurdistanê gund bi gund digere. Diçe cem xanekî û dibe çekdarê wî. Ew wisa dike ku gel jê hez bike. Rojekê rûdinê û bi xwe difikire û dibêje,

"Xulamtiya axayan û sêlandin û talankirin û azar û eziyetkirina gel ne karekî mirovî û ne jî camêrî ye."
Lewre dest ji wî karî dikêse û çeka axa dide wî û dest bi xebatê dike. Ew dibe sagirtê sofêr. Lê ji bextresiyê di navbera Seqiz û Baneyê de bi masînê li ciwanekî dide û ciwan dimire, Zîrek jî ji tirsan direve.

Dîsa Zîrek sergêj dibe û bajar bi bajar û gund bi gund digere heta ku vê carê digihîje basûrê Kurdistanê û diçe bajarê Silêmaniyê. Pasê bajar bi bajar heta Bexdayê diçe û li wir li Meyxaneya Bakurê Mezin (Simalê-Elkebîr) dest bi xebatê dike. Ew hem dixebite û hem jî ji xwe re distirê û gel ji dengê wî hez dike û alîkariya wî dike.

Zîrek di sala 1953'yan de bi alîkariya Neset Ebdûrehman, Hemey Derwês Kerîm, Selah û bi alîkariya Adil Îrfan li Besa Kurdî ya Radyoya Bexdayê bi cih dibe û mehê bi ses dînaran çar bernameyên stranbêjiyê pêskês dike. Ew bi maweyeke pênc salan li Radyoya Bexdayê besa kurdî dixebite. Di sala 1958'an de Iraqê bi cih dihêle û vedigere bajarê Bokanê. Pistî demekê diçe Radyoya Mehabadê li besa kurdî dixebite. Pasê jî wî disînin Besa Kurdî ya Radyoya Tehranê û ew li wir gelek berhemên hêja tomar dike. Zîrek li wir bi Mîdya Xanima Zendî re dizewice. Mîdya Xanim li ser vê yekê wiha dibêje: "Bas tê bîra min di sala 1958'an de dema ku ez li mala bavê xwe keç bûm, Zîrek hate mala me. Hê nû bernameya kurdî hatibû damezirandin. Pêwîst bû ku di bernameyeke bi kurdî de jineke kurd jî qise bikikra. Ez bi xwe kurd bûm û li Tehranê dijiyam. Ligel ku ez hê biçûk bûm û diçûm pola nehem, dîsa jî ez bi Zîrek re çûm radyoyê û bi vî awayî ew bû sedem ku min li wir dest bi kar kir. Pistî mehekê ez bi wî re zewicîm. Berhemên wê jiyanê du keç bûn. Sakar û Arezû. Pistî dawetê wan Zîrek sand Radyoya Kirmansanê. Wî li wir gelek stranên nadir û awazên hêja tomar kirin."

Hesen Zîrek di sala 1966'an de pirtûkeke bi navê "Çirîkey Kurdistan" dinivîse ku jiyana xwe vedihûne û sanzdeh stranên xwe jî tê de dinivîse. Ferîdûnê Muradî yê kirmansanî notayên stranên wî dinivîse û Dr. Mihemed Sidîqê Muftîzade jî pêsekekê jê re dinivîse. Ew pirtûk bi alîkariya Mîdya Xanima hevsera wî tê amadekirinÊû tê bilêvkirin.

Zîrek di sala 1967'an de diçe Silêmaniyê û bi armanca tomarkirina stranan diçe Radyoya Bexdayê, lê stranên wî tomar nakin. Ew tê girtin. Pistî ses mehan wî teslîmî Îranê dikin. Pistî wê ji hevsera xwe Mîdya Xanima Zendî cuda dibe û zarokan jî dide wê.

Di havîna sala 1968'an de li nêzîkî bajarê Bane li 'Kanî Mela Ehmed' çayxaneyekê ava dike û dixebite. Di wê serdemê de bi hevsera xwe ya nû Rabieyê re dijî. Ew jiyaneke nexwes derbas dikin. Zîrek di kaseteke ku li Kanî Mela Ehmedê tomar kiriye de dibêje,

"Ez li vir li ser çiyayekî dijîm, çimkî li Îran û Iraqê cihek tune ye ku ez lê bijîm. Di navbera çend keviran de, min çayxaneyeke ne xwes heye. Heke hûn bên û bibînin, hûnê ecêbmayî bimînin ku ez çawa li vir dijîm! Na, bi min xwes e û ez debara xwe pê dikim. Ji ber ku di nava gelê kurd de qedr û qîmeta hunerê nema, hunerê tu fêdeyek neda min. Hunerê ji min re tistek nekir ku ez bi dû wê bikevim. Ji ber ku ez kurd im û bi zimanê kurdî qise dikim."
Ji ber hin sedeman Hesen Zîrek li Baneyê namîne û diçe Mehabadê. Li wir jî ji ber sedama strangotinê dibe hedefa êrîsa polîsan. Lewre bar dike û diçe Sinoyê. Birayê wî li ser wê rewsa wî wiha dibêje: "Ew nexwes bû, li Tewrêzê Dr.Yar Mihemedî ew emeliyat kir. Dr. ji me re negot, ji hevalên me re gotibû ku nexwesiya wî sêrpenceya kezebê ye. Pistî du mehan koça dawî kir."

Hesen Zîrek di roja 28 Hezîranê de (li gorî hin çavkaniyan ev dîrok 26e û li gorî hinekan jî 24 e) sala 1972'yan de koça dawî kir û xatir ji me xwest û dengê xwe yê xwes ji me re bi cih hêla. Di dema mirina wî de Mîdya û zarokên wî û Rabîe li bal bûne. Berî ku bimire ji pêsnimêjê Bokanê re gotibû ku gava ku ez mirim min li Çiyayê Nalesikên vesêrin. Li ser kêla li ser sîngê wî wiha dinivîse:


Hesen Zirek
Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,Kredite,
Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,
Kredite,Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,
Kredite,Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,
Girokonto,Versicherung,Kredite,Konto,Zinsen
Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,Kredite,
Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,
Kredite,Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,
Kredite,Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,
Girokonto,Versicherung,Kredite,Konto,Zinsen