Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,Kredite,
Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,
Kredite,Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,
Kredite,Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,
Girokonto,Versicherung,Kredite,Konto,Zinsen

powered by Javascripts

Çiqas ku bizava Kurdan ya siyasî û rizgarîxwazîyê ber bi pêsve diçe, hunera Kurdan jî di gelek qadan da tê gûherandin. Ciwanên Kurd gelek modern difikirin û kar dikin ku nasnameya muzîk û hunera Kurdan bi gelên cîhanê jî bidin nasandin.

Hozan Kawa bi hêz û evîneke kûr ya ji bo stran û awazên Kurdî çend sale ku ji armanceke wiha pîroz re di liv û lebateke bêwestan da ye.

Kawa di gundekî herêma Serhedê li bakurê Kurdistanê hat dinê. Gundê Palas yê girêdayî bajarê Mûsê jî mîna gelek cihwarên din bi dengbêjên xwe naskiriye. Li serhedê dengbêjên mîna Evdalê Zeynikê, Sakiro, Reso, Husêynê Musê û gelek kesên din heya roja îro jî mîna xwîndingehekê tên hesibandin. Kawa di etmosfêrekî wiha da û li jêr bandora deng û hunera hunermendên Serhedê çavên xwe bi roniya cihanê vekirin.

Dayika wî( Gulêya Elif) rojekê jêre wiha gotibû: “ Lawê min ez sîretekê li te dikim ku pistî mirina min jî qet ji bîra neke: Ger tu dixwazî ez bi serbilindî te ji xwe re lawikekî hêja bihesibînim û ji te hez bikim, divê tu vî dengê xwe yê xwes bêxî xizmeta hunera Kurdî û mîna Reso, Sakiro û Evdalê Zeynikê bibî xwedî navekî bilind û bêmirin….“.

Kawa ji yazde(11) xwîsik û biran yê kurê herî dawiyê yê malbatê ye. Bavê wî jî li ser kar û xebata wî ya hunerî gelek gesbîn bû û jê dawa dikir ku bibe welatparêzekî bas.

Kawa xwîndina xwe ya olî di medreseyên Kurdî da da destpêkirin. Li rex vê xwîndina xwe ya dibistanê jî bi zimanê Tirkî didomand. Lê cîhana bîr û ramanên Kawa tenê di jiyana huner û muzîkê da dibihûrî. Ji ber wê jî xwîndina xwe di nîvco hist û xwest ku bi yekcarî bi awayekî profesyonal karê muzîk û hunerê bike.

Li ser vê armancê ji 15 saliyê û pêda di nava xelkê da dest bi strînê kir. Sala 1987an li bajarê Musê bi komeke muzîkê dest bi gotina stranên rojê kir. Herî zêde ew di bin bandora stranên gelêrî û koma Berxwedan da mabû. Di nava çalakiyê wê koma muzîkê da ew distirî.

Ji ber xwîndina stranên Kurdî û çalakiyên çandî Kawa sala 1993an bi qasî du salan ket girtîgeha bajrê Musê. Hemû sûçê wî Kurdbûn û bi Kurdî strîn bû. Pistî derketina ji girtîgehê êdî rewsa siyasî li Kurdistanê û qedexebûna karên çandî-hunerî dest nedida ku ew li wira jiyana xwe berdewam bike. Ji ber wê jî tenê heftiyekê li malê ma û payîza sala 1995an neça ma ku rêya misextiyê bigire ber xwe û hat Ewropa. Çîrka derketina ji Kurdistanê û gehistina welatê Firansa bi serê xwe çîrokeke dûr û dirêje. Zehmetiyên jiyana li Firansa jî pir bûn, lê evîna ji bo bi destxistina armancên mezin jî pir germ û gur bû. Kawa sîretên bav û dayika xwe ya dilovan qet jî bîra nedikirin.

Li Firansa pistî heftiyek dest bi karê huner û xebata welatperweriyê kir. Di Newroza 1996an mîna sanoger û berpirsyarê lîstikvanên koma govend û muzîkê derket pêsberî gel û di vê qadê da pêngava yekê hilanî. Ji ber ku di sanoyê da rolê Kawayê Asinger dilîst, êdî ji wê rojê û pêda nasnavê hunerî yê „ Kawa “ jêre hat diyar kirin. Ji wê rojê û pêda heya sala 2000an ku bû endamê Koma Berxwedan, bênavber Hozan Kawa di hemû çalakiyên Kurdayetiyê da amade û niha jî di nava Kurdên Kurdistanê da navekî naskiriye.

Di nava Koma Berxwedan da da dest bi amadekirina albûma xwe ya yekemîn“ Ava Evînê “ kir. Berhemê wî yê yekê ku di yekê Îlûna sala 2001an da derketibû, bi germî ji aliyê guhdaran ve hat pêswazîkirin. Pistî vê pêswaziya germ Hozan Kawa 4ê Nîsana sala 2004an albûma xwe ya duyemîn“ Taya Dila“ jî derxist.

Kawa derheqa albûma xwe ya sêyemîn “ Ez û Tu“ da wiha dibêje :“ Ez li bendê nebûm ku gel yê wiha ji min xwedî derkeve û dengê min guhdar bike. Ji ber wê jî min xwest ku albûma min ya sêyemîn xwedî tam û çêjeke din be ku li gor hezkirina gel bibim bersiveke layîqî gelê xwe…“.

Bi mizgîniyek mezin vaye berhemê Kawa yê sêyemîn jî li ber destê weye. Ew bi hîvîye ku pêsniyar, rexne û dîtinên we hunerhezên stran û awazên Kurdî yên resen, di paserojê da rêyeke hê berfirehtir li ber wî vebike.

Hozan Kawa di dawiyê da wiha dibêje:“ Hebûna me mîna xizmetkarên peyv û strana Kurdî bi hebûna gelê me ve girêdayî ye.“

Album
Ava Evînê
Taya Dila
Ez û Tu

Kawa