Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,Kredite,
Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,
Kredite,Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,
Kredite,Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,
Girokonto,Versicherung,Kredite,Konto,Zinsen

powered by Javascripts

Leyla Zana siyasetmedareke kurd û sembola berxwedana asitîxwaz ya kurdan li Tirkiye ye.

Leyla Zana bi pêvajoya jiyana xwe bû nîsana berxwedan û daxwaza azadiya gelê kurd û jina kurd. Hevalê wê Mehdî Zana serokê belediya Amedê bû û ji Leyla bîst salan kaltir bû. Pistî ku Mehdî Zana sala 1980î de ji aliyê dewleta tirk ve hate zindanî kirin, Leyla Zana bi hawayekî aktîf tevil siyasetê bû. Ew disala 1988an de ji aliyê dewletê ve hate binçav kirin û îskence lê hate kirin.

Di hilbijartinên sala 1991an de ji listeya SHP (Sosyaldemokrat Halk Partisi) wek parlementer kete meclîsa Tirkiyayê. Di dema sûndxwarinê de li meclîsê rengê kesk û sor û zer li xwe girêdabûn û bi Kurdî gotibû ku ewê ji bo ku gelê Tirk û Kurd di demokrasiyê de bi hev re bijîn têbikose. JI ber vê yekê di meclîsa Tirkyayê de tevilhevî derket û parlementerên neteweperest bi gotinên wekî "cûdaxwaz", "terorîst", "wê bavêjin zindanê" êrîs birin ser Leyla Zana.

Leyla Zana, Selim Sadk, Orhan Dogan û Hatip Dicle di sala 1994an de Partiya Demokrasiyê DEP sazkirin. Ev partî di 2ê Adara 1994an de hate qedexekirin û bêritiya parlementerên DEPê ji ser wan hat rakirin. Meclîsa Tirkiyayê ev biryara xwe bi sahiyekê pîroz kir.

Dozger ji ber sûndxwarina wê û mafparêziya wê ji bo gelê Kurd îdam jê re xwest. Di dawiya dozê de ji ber îxaneta li welêt 15 sal cizayê zindanê xwar. Pasê 2 salên din ciza tevil vî cizayî hatin kirin.

Di Hezîrana sala 2002an de Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrûpayê Tirkiya ji ber ku doz ne dadwer bû bi 50 000 Euroyî ciza kir.

Li 21.04.2004 DGM'ya bi hêjmara 1'em ya Enqerê, di doza jinûve darizandina parlamenterên DEP'ê yên berê Leyla Zana, Hatîb Dîcle, Orhan Dogan û Selîm Sadak de, cardin 15 sal cezayê giran ê hepsê da parlamenteran. Ango, dadgehê biryara sala 1994'an carake din erê kir.

Di hezîrana 2004'an de ji hepsê hat berdan, lê doza wê ne xelas bû.

Pistî hate berdan
Di kewçêra 2004'an de li Brukselê xelata Saxarow girt û li parlamentê Ewropayî axaftineke bi zimanê kurdî kir. Xelata ros li Danimarka sitend. Xelata Rafto li Norveç ji girtiye. Li Tirkiye jî ji ali derneka mafen mirova ji xelata asitiye girtiye.

Xelatên wergirtî
Xelata Rafto di sala 1994an de
Xelata Saxarow di sala 1995an de
Xelata Bruno-Kreisky di sala 1995an de
Xelata Asîtiyê ya Aachenê di sala 1995an de
welatiya rûmetê ya bajarê Cenevre
Berendametiya ji bo Xelata Nobelê ya Asîtiyê di sala 1995an de û di sala 1998an de
Leyla Zana