Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,Kredite,
Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,
Kredite,Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,
Kredite,Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,
Girokonto,Versicherung,Kredite,Konto,Zinsen

powered by Javascripts

Sehrîbana Kurdî stranbêj û hunermendeka kurd e.
Sehrîbana Kurdî di sala 1973an de li Îzmîrê di nava malbateke nîv halxwes de hat dinê. Bavê wê karmendekî dewletê bû û ji bona wê jî ew ji Kurdistanê hatibûn bajarê Îzmîrê li Tirkiyê. Malbata Sehrîbanê bi esila xwe ji gundê Xûrsê yê girêdayî bajarê Qiziltepe/Qoser(Girê Sor) li bajarê Mêrdînê ne. Ew ji esîreta Ûmerîyên herêma Mêrdînê ne ku di nava vê esîretê de gelek hunermendên din yên mîna (Miradê Kinê) jî rabûne. Herêma jiyana malbata Sehrîbanê ji aliyê xwe yê dîrokî pir kevnar û xwediyê çand û hunereke dewlemend e.

Sala 1983an Sehrîban hê 13 salî bû ku di kêbirkiyeke muzîkê ya salane de di nava hemû xwendevanên bajarê Îzmîre de yekemîn derket. Kêbirkî ji aliyê (Turk Halk Müziki) hatibû organîzekirin û ji aliyê xwesiya deng û hostatiyê de Sehrîban di nava 32 kesên ku di kêbirkîyê de besdar bibûn, pileya yekemîn bi dest xist û hat xelat kirin. Strana ku di wê rojê de Sehrîbanê xwend bi zimanê Tirkî bû û navê stranê jî "Ben Dogarken Aglamisim-Dema ez hatime dinê, giriyame" bû.

Sehrîban di destpêkê de bi teswîqa xaleta xwe ya bi navê Soreya yê ku pir jî dengxwese û pistre jî bi pistgîriya bav û endamên din yên malbata xwe dest bi karê stranbêjiyê kir û niha jî li bi awayekî bilinditir li ser hunera xwe disekine.

Sehrîban di jiyana xwe ya malbatî û hunerî de xanimek pir bi sexsiyet û bi dîspilîne. Ji bona wê jî ew hertim di wê baweriyê de ye ku:“ Ger stranbêjek bixwaze strana hunermendekî kilasîk yê Kurd bixwîne, divê heqê wê stranê bas bidê. Yanî bila an stranê bas bixwînin an jî dema nikarin vî karê han pêkbînin, stranê xerab neken“.

Dema ku Sehrîban stranên Meryem Xanê dixwîne, mirov keyfxwes dibe ku pistî gelek salên dûr û dirêj cîgireke wê peyda bû ku bi hiss û hesetên gelek bilind careke din nav û hunera wê li ber çavên me zindî dike. Ji aliyekî din ve ew dibêje:” Ez mirovek oldarim, lê Xwedê dengek daye min û ez dixwazim bi rêya dengê xwe xizmeta gelê xwe yê bindest û bêmaf ji bo standina azadî û serxwebûnê bikem.”

Sehrîban xanim bi kesayetiya xwe ya Kurdewarî, exlaq û pirensîpên xwe yên civakî û kesayetî jî di nava gel de navekî bi hurmet û bilinde. Ji bona wê jî gel di warê civakî û exlaqî de jî ji vê xanima Kurd pir hez dikin. Di vî berhemê giranbiha da Sehrîban bi wî dengê xwe yê îllahî çar hunermendên Kurd jî bi bîr tîne: Hesen Cizîrî, Meryem Xan, Kawîs Axa û Hesen Zîrek.

Sehrîban xwediya çar zarokan: Navdar, Pîroz, Hîvî û Narîn(kurek û sê keç)a ne. Malxê Sehrîbanê, kek Sêrko jî di warê hunerî de hertim pistgîriyê dide xanima xwe ya hêja Sehrîbanê.

[biguherîne] Berhem
Sehrîbanê sala 1987an di xwendingeh û merasimên malbatî de dest bi stirînê kir, lê bi awayekî profesyonal ji sala 1991an dest bi tomarkirina stranên xwe kir û di wê salê de yekemîn kasêta xwe ya bi navê "Ez Keçim Keça Kurdanim" di nava gel û muzîkhezên Kurd de belav kir. Beriya wê salekê li ba hunermendên bispor li ser terbiyetkirina dengê xwe kar kiribû û dizanî ku çawa qirka(gewriya) xwe ji bo strîna lorîkên Kurdî bikar bîne.

Di wan salan de ku ji ber pêskeftina rewsa siyasîya Kurdan li bakurê Kurdistanê zimanê Kurd ne bi awayekî fêrmî serbest bibû, gelek kesên din jî hatibûn meydana huner û stranbêjiyê, lê di demeke kin de nav û dengê Sehrîbanê ji sinorên bakurê Kurdistanê derbas bû û heta di nava Azerî, Tirk û Ereban de jî kasêtên wê hatin guhdarkirin. Ev jî tistekî sirûstî bû, ji ber ku Sehrîban xwediyê dengekî pir xwes, bilind û bi awayekî gelek bas jî dest bi karê xwe yê hunermendiyê kir. Li sala 1992an kasêta wê ya duyemîn "Sor Gula Min" li Tirkiyê, li sala 1993an kasêta sêyemîn "Yek, do, sê" li Tirkiyê û li sala 1995an de jî kasêta wê ya çaremîn "Ez Hatim" li Elmanya di nava gel de bi awayekî berfireh hatin pêswazî kirin.

CD û kasêta herî dawiyê hunermenda Kurd Sehrîbanê bi berpirsyartiya mamostayê mezin Dilsad Seîd bi dawî anîye. Navê vê albûmê "Evîna Stranan" e

Sehribana Kurdi