Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,Kredite,
Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,
Kredite,Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,
Kredite,Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,
Girokonto,Versicherung,Kredite,Konto,Zinsen
Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,Kredite,
Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,
Kredite,Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,
Kredite,Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,
Girokonto,Versicherung,Kredite,Konto,Zinsen

powered by Javascripts

Sivan Perwer, 23'ê rêbendanê sala 1955'ê li gundê Sorî (kû li ser Siwergehê ye û dikeve nêvbera Amed û Ruha'yê de) xwedê daye. Ciyê lê xwedêdayî herêmeke xwedî giyaneke (rûh) felsefî ya pir kûr e, mîna dirûvê erdnîgariya xwe. Ev dorhêl bi muzîkê tije ya û vê kûrahiya felsefi kabiliyeteke mezin ya mûzikê jî daye mirovan. Bapîrê Sivan Perwer, bîlûrvan û dengbêjeki mezin bû. Eywaneke aidê (xweserê) wî li gund hebû. Bê dost, bê mêvan, bê heval nedikariya bimîne. Li wan derhêlên nîzik kesên xwedi kabîliyetên çandeyî (mîna mûzîk, destan, çîrok û cûr be cûrên wêjeyê) mûheqeq dibûn mêvanê wi. Sohbetên wanên civakiyên bi muzîkê heya derengiya sevê domdikir. Dengbêj rûdinistin bi saetan klasikên gelêriyên diroki bi dengên bilind dixwendin û dijiyandin. Mesela; Siyabend û Xecê, Evdalê Zeynikê, Eysana Îbê, Evdî, Erebê, Bêmal, Delalê Qerejdaxi, Lawkê Metînî, Sêxa Delal, stranên govend û dîlan. Bi vî awayî ji êvarî heya derengiya sevê ji aliyekê bilûr, ji aliyê din keman, an jî dengê dengbêjan li kûrahiya rûhê insanan tesîr dikir, bi sedsalan ew pas de dibirin û ew mirovên bi van guhdarkirinan radizan gelek caran di xewnên xwe de jî ev bûyêr diditan. Ji aliyê din ve zordariya li Kurdistanê, zulma li ser ziman, çande û sexsiyeta mirovan hêj bêhtir jan (ês) dida mirovan û di pêsberê van tehdayiyan de kîn û nefreta di hûndirê wan de berhev dibû, hest (his) û evîna di hûndirê wan de vesartî digeriya ev qêrîn ji dikir kû bi ruhî, bi mirovînî xwe bi tayê jiyanê ve girêbide û dirûvekê muzîkî distand, dibû muzîk. Va ye di vî atmosferî de gelek caran di her bergehi de lehengên (qehreman) bênav digihestin. Ango di têkosîna li hemberê zordariyê de, di bûyerên çandeyiyên ji vê dirûvê jiyanê derdayî kes (sexis) derketine nêvengê (holê).

Sivan Perwer di vî atmosferi de gihestiye. Tû kesî xisûsî ew perwerde nekiriye, dijê vê ew bûyereke kû dirûvê jiyanê derxistî nêvengê ye. Wî di biçûkatiyê de dest bi stran gotinê kir. Di tim bûyerên jiyayî û bîhîstî de ew dijiyan û bi stran ji hundirê xwe derdixist. Mirovên guhdarî Sivan dikirin, ji vî zarokê weha biçûk kû buyerên mezin dijî mat (sas) dibûn. Buyerên dijiya, an ji xeyal dikir. dikire stran û carinan bi seatan digot. Vêca li dorhêlên xwe caran ne bi çavê zarokan lê dinêrîn. Di civatê de giraniya wi hebû. Lewra, weko hêviyek ya civatê ji wi hebe pê re muamele dikirin her demî. Sivan'ê biçûk li dora xwe de sexsiyeteke fîlozofîk yê muzîkal dihate naskirin û jê heskirin. Lêbelê li gor Sivan, ev civata, pasdemayî, berteng lê xwediyê xususiyetinê rind bû, ji aliyê civakî û ccedil;andeyî ve gerek bihata guhartin. Bi wi ser û dinya xwe ya bicûk evên he dê çawa pêk banîna. Van tistên he gisan riyek ya çareyê bi wi didan lêgerinê. Ji nêv vê civatê derketin, ango bi der ve çûyîn fîkra li hinek tistên teorîk geran, hin bûn û dûv re jî li civata xwe vegerîn di temenên biçûk de ew kûr kûr diamand. Ji ber kû gelê kurd ji her ali ve hatibû rapêçan û di bin tehdê (tûndiyê) de bû, di ser de polîtîkaya bihûjtin (asimilasyon) ê ya tîr hebû, riya wî ya dî hûndirê, çandiya xwe de bi civakî, teorîk, teknîk û kirdarî (pratîk) pêsveçûna wi hatibû birîn (girtin). Ew civata weha ne azada kû bi vî awayî nedikarî biser bikeve helbet, bêhtir di bergehê çande û hunerî de kariye serfiraz bibe. Derktina Sivan jî mînakek ya vê yekê ye. Weke li jor hati gotin, hunermendên kurdên bi kurdi digotin di jiyaneke berteng, zehmetiyên wê pir, sexsiayata hatî êxisitn, bi deng remanên xwes çiqas hîkarî (tesîr) li civatê bikiran jî, ji ber êxistina xwe ya sexsî nexwdiyê tû biryarê bûn. Hunermendên kurdan yên li gor fermanên (emrên) dewletê hereket dikirin jî, ji rûmerên netewî dihatin dûrxistin, vê carê jî çiqas xwediyê derfetên (imkan) mezin jî bin, diketin derecek ya bê sexsiyetiyeke din (ya dûwem). Ango an bi kurdî bibêje, li rûmetên xwe xwedî derkeve di bin emrê axayê kurd de bimîne, bibe mirîdê sêx, bibe dengbêjek basit, an jî dest ji rûmetên netewî tevan berde, bibe xwediyê derfetên maddî, lêbelê mina qasmerê zordestan hereket bike. Va ye weha bû rewsa çandê, hunermend, muzîsyen, hozan û nivîskarên kurd. Sivan Perwer li van tevan îsyan kir û çi bigre (çi bibe bila bibe) bi armanca çêkirina herî rind pêkbîne tembûra xwe hilda, hestên xwe yên di kurahiyên giyanê (ruh) wi de kombûyîn, bûyerên di mejiyê wî de çêbûyîn bi stranên xwe dan gelê xwe.

Sivan Perwer bi profesyonelî 1975'ê dest bi hunermendiyê kiriye, li gor bûyerên li dinyayê hatin guhartin her sal berhem afirandine, bi klasîkên gelêrî mijûl bûye, di vî bergehî de rê sanî gelek hunermendan kiriye û bûye mînak ji wan re.

Album
Govenda Azadixwazan (1975)
Hevale Bar Giranim (1976)
Herne Pes (1977)
Ey Ferat (1978)
Kine Em (1979)
Hay Dil (1980)
Gele Min Rabe (1981)
Agiri (1982)
Bilbilo / Ferzê (1983)
Dotmam (1985)
Lê Dîlberê (1986)
Helebçe (1988)
Xewna Min / Qasimlo (1991)
Zembîlfiros (1992)
Ya Star (1995)
Naze (1996)
Heviya Te (1999)
Roj û Heyv (2000)
Sarê (2001)
Helbestên bijartî yên 1 /Kirîvê (2002)
Helbestên bijartî yên 2/Klasîk (2003)
Helbesten Bijarti yên 3 (2004)
Min bêriya te kiriye (2004)


Sivan Perwer
Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,Kredite,
Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,
Kredite,Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,
Kredite,Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,
Girokonto,Versicherung,Kredite,Konto,Zinsen
Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,Kredite,
Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,
Kredite,Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,Girokonto,Versicherung,
Kredite,Konto,Zinsen,Kredit,Bank,Geld,Konto,
Girokonto,Versicherung,Kredite,Konto,Zinsen